Aloziya Rûsya û Tirkiyê: Sedem bacan e yan Rojavayê Kurdistanê?

12-08-2017
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Moskow
Moskow
Nîşan Tirkiye Rûsya Astana Rojavay3e Kurdistanê Bacan
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Tamate, anku bacanê sor bûye mijara sereke ya devjêniya di navbeyna wezaretên aborî yên Tirkiye û Rûsyayê de. Enqere gefê li Moskowê dixwe, ku eger qedexeya ser tomatayên tirkî ranake, ew dê tedbîrên bersivê werbigre.

 

Lê weke şarezeyê karûbarên Tirkiyeyê Stanîslav Tarasov amaje dike, tamate bûye hincet, di rastiyê de nakokiyên kûr ên di navbera Enqere û Moskowê de xwe didin der.

 

Stanîslav Tarasov ji Rûdawê re got: “Qewareya peywendiyên me ewqas mezin e, ku tamate dikare tenê bibe hincet.  Di rastiyê de gengeşiyên cidî di navbeyan Rûsya û Tirkiyê de li ser proseya Astana, û rewşa Sûriyê tê meşandin. Tirkiye hewil dide ji bo beşdarkirina operasyona Îdlîbê, destûra Pûtîn werbigre. Ji xwe li gorî rêkeftina Astanayê, pêwîst dibû ku hêzên polîsî yên Rûsya û Tirkiyeyê bi hev re bikevin Îdlîbê. Lê belê wek diyar e, ev senaryo hêj nameşe.”

 

Ji aliya din ve, hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê li Manîlayê li gel hevpîşeyê xwe yê tirk  bê encam ma û nûnerên Rûsya, Îran û Tirkiyê jî li Tehranê li ser Astana-6 li hev nekirin. Ev yek jî wek nîşaneya nakokiyên cidî tên nirxandin.

 

Li gor nêrîna pisporê di warê peywendiyên navneteweyî de Îkbal Durre, aciziya herî zêde ya Tirkiyeyê, ji ber pêgeha Moskow a li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Îkbal Durre di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Tirkiye hêvî dikir ku Moskow dê piştgiriya siyaseta wê ya li ser kurdên Sûriyê  bike, lê destvala ma. Ji ber ku niha aşkere bû ku kurdên Sûriyê di bin nûnertiya PYDê de dê beşdarî konferansa Cenevê bibin. Bê guman pêkhateyên aborî û teknîkî yên vê qeyranê jî heye. Yek ji wan, firotina sîstema S-400 e. Tirkiye dixwaze vê sîstemê bi kredî bikire, lê Rûsya qebûl nake. Her weha Tirkiye dixwaze teknolojiya wê jî pê re bikire. Di vê mijarê  de jî Rûsya dudil e.”

 

Wek  diyare “meha hingivîn” a pêkheviya Rûsya û Tirkiyeyê dikeve qonaxeke krîtîk.

 

Îro  daxuyaniyên tal ên Enqere û Moskov, tenê bi aboriyê ve sînordar bimînin jî çavdêr  dûr nabînin ku ewê dê demekî nêz de vegere li qeyraneke siyasî û dîplomasiyê.

 

Lê di heman demê de amaje dikin ku ewê dê nabe qeyraneke mîna ya sala 2014an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst