Zaxarova bo Rûdawê: Mijara komîteya destûra nû ya Sûriyê pêşve diçe

12-07-2019
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Zaxarova Sûriye Rûsya Destûr
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Di destpêka meha Tebaxa îsal de, gotûbêjên Astana, yên taybet li ser pirsa Sûriyê dubare destpê dikin û armanca sereke ya wan gotûbêjan jî, pêkanîna komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê ye.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji Rûdawê re ragihand, ku pêşketinên erênî di derbarê komîteya destûrê de pêk hatine.

 

Ji Wezareta Derva ya Rûsyayê hat ragihandin ku hevdîtinên nû yên li ser Sûrî bi formata Astana wê destpêka meha Tebaxê li paytexta Kazakistanê Nûr Sûltanê birêve biçe.

 

Tê payîn ku aloziya li Idlibê û damezrîna Komîteya Destûra nû ya Sûrî wê bibin mijarên sereke yên hevdîtinê. Nûnera Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di bersiva pirsa Rûdawê de ragihand, ku li ser Komîsyona Destûrê pêşveçûnên hêvîbexş hene.

 

Mariya Zaxarova diyar kir: “Heftiya borî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêşwaziya şandêrê teybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûrî Pedersen kir. Her du alî proseya siyasî ya li Sûrî bi hûrî gotûbêj kir, û hêviyên xwe der birin, ku serdana Pedersen bo Şamê, ku biryar e di vê heftiyê de bê encamdan, dê rê li ber avakirina Komîteya Destûrî veke. Ez dikarim bêjim, ku ji qadên cuda yên gotûbêjan, nûçeyên hêviyê didin me digihêjin destê me.”

 

Li gorî encamên Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûrî ku sala 2018an li Soçî birêve çûbû, pêwîst bû ku Komîteya Destûra Nû ya Sûrî ji nûnerên hikûmet, opozîsyon û kesayetên bêlayen bê damzerandin. Lê heta niha lihevhatin çênebûye.

 

Senatorê Rûsyayê Îgor Morozov ji Rûdawê re eşkere kir: “Kombûna Komîteya Destûrî pir giring e, ji ber ku tê nûnerên hêzên siyasî yên cuda cih digrin û dixwazin ku şer raweste û li ser destûreke nû, dewletek nû bê damezrandin. Destûra nû wê bihêle, ku welatiyên Sûrî bi xwe, formata dewleta xwe, û desthilata xwe ya nû, bi xwe destnîşan bikin.”

 

Hat ragihandin ku di gotûbêjên Astana de li gel nûnerê Urdunê, cara pêşîn nûnerên Lubnan û Îraqê jî weke çavdêr beşdarî bikin. Û biryar e, piştî hevdîtinan lûtkeya sêalî ya  Rûsya, Tirkiye û Îranê jî li ser Sûrî bê encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst