Berpirsekî Pentagonê ji Rûdawê re: Em dixwazin di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hêzeke bêalî hebe

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka dixwaze, “Di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hêzeke Pêşmergeyan a yekgirtî ya nesiyasî hebe.”

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser guftûgoyên ewlehiyê yên di navbera Îraq û Amerîkayê de ku çawa behsa Hêzên Pêşmergeyan hatiye kirin ji Rûdawê re ragihand:

“Hêzên Pêşmergeyan beşeke giring a hêzên parastina sînorên Îraqê ye û ji ber wê jî em dixwazin her du alî hevahengiya di navbera xwe de zêdetir bikin.

Herwiha divê ji bo Hêzên Pêşmergeyan pêdivî û hevkariyên guncav bêne dabînkirin ku erkên xwe cibicî bikin.”

“Hêzeke Pêşmergeyan a nesiyasî hebe”

Berpirsê payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li ser proseya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan nîgeraniyên Amerîkayê piştrast kirin û anî ziman:

“Em dixwazin di bin kontrola Wezareta Pêşmergeyan de hêzeke Pêşmergeyan a yekgirtî ya nesiyasî hebe.

Em dixwazin ji bo wan firqeyên ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve alîkariyên madî yên guncav bên pêşkêşkirin daku di karên xwe de bêne bihêzkirin.”

“Ji rayedarên siyasî re pir bi zelalî hate gotin”

Berpirsê payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê destnîşan kir ku wan daxwazên xwe bi awayekî zelal ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re anine ziman û got:

“Hêzên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de hevkarên girîng bûn û armanca wan têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê ye.

Ji ber wê jî em dixwazin perwerdekirin û pisporkirina Pêşmergeyan berdewam bikin. Ji bo wê armancê, Amerîka pabend e ku bi beşên nesiyasî re bixebite û ev yek ji rayedarên siyasî re pir bi zelalî hate gotin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst