Joe Biden: Me zêdetirî trilyonek dolar li Efxanistanê xerc kiriye

11-08-2021
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Talîban Amerîka Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje wan ji bo Efxanistanê di demê 20 salan de zêdetir 1 trilyon dolar xerckirine û bi hezaran qurbanî dane.

Artêşa Efxanîstanê xwediyê 186 hezar leşkerên çalak e. Ev amarên berî destpêkirina êrişên Talîbanê ne, bo ser wîlayetên Efxanîstanê ku heya niha 9 wîlayet, bi temamî kontrol kirine.

Hêj bi awayek eşkere nayê zanîn hejmara kuştiyan di nav leşkerên Efxaganî de çend in û çend ji wan leşkeran ji ber sedemên şer,  ji xizmeta leşkerî dûr ketine.

Endamê Encûmena Wîlayeta Kunduzê Emrudîn Welî  dibêje, hejmarek leşkerên Efxanî bi amûr û ototmobîlên xwe ve, xwe radestî Talîbanê kirine.

Niha pirsgirêka mezin a aretêşa Efxanîstanê ew e ku rûbirûyî çekdarên Talîbanê bibe. Li piraniya navçeyan têk diçe û li hinek wîlayetan jî berevaniyeke zêde nekiriye.

Koşka Spî dibêje, di 20 salên derbasbûyî de Amerîkayê rahênan bi 300 hezar leşkerên Efxanî kiriye, ku beşek ji wan niha di xizmetên leşkerî de ne û xwedî çek û amûrên leşkerî ne, divê bixwe berevaniya welatê xwe bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got: “Me di demê 20 sallan de zêdetir 1 trilyon dolar xerc kirine, me rahênan bi 300 hezar leşkerên Efxanî kiriye û me çekên pêşketî  bi wan dane. Pêwîst e serkirdeyên Efxanistanê yekgirtî bin. Me bi hezaran qurbanî dane. Niha divê ji xwe re şer bikin û berevaniyê li gelê xwe bikin.”

Tevî rahênan û alîkariyên Amerîkayê, artêşa Efxanîstanê dê berevaniya ku tê çaverêkirin nake.

Şîrovekarek siyasî yê Efxanî dibêje, gendeliyê artêşa Efxanistanê xwariye, serkirdeyên siyasî jî her yek in  û xwedî grûpên çekdarî û komandoyên xwe ne. Girîngîdana bi van hêzên taybet wisa kiriye ku artêş bê piştguhkirin, ji ber vê yekê jî, leşker di bereyên şer de berevaniyê nakin.

Şîrovekarê Siyasî Torîk Ferhadî dibêje: “Pirsgirêkek din ew e ku Kabulê zêdetir kar li ser hêzên taybet û komandoyan kiriye, ku hejmara wan tenê 30 hezar in, tevî 300 hezar leşkerên ku Amerîka rahênan bi wan kiriye, ji aliyê serkrideyan ve girîngî bi wan nayê dan. Serok Eşrefxan qala komandoyan dike, lê qet serdana leşkerên artêşê nekiriye. Agahî hene ku mûçeyên wan jî ji ber gendeliyê nehatine dayîn.”

Ji ber lawaziya artêşê li piraniya navçeyên Efxanistanê yên weku Hîrat û Leşkirga, yên ku şer dikin grûpên mîlîs in neku artêş.

Pirsgirêka mezin jî ew e ku Talîbanê  rêyên serekî kontrol kirine, Efxanistan jî tenê bi rêya asmanî dikare piştgiriya leşkerî bo navçeyan, ji Kabulê bişîne, vê rewşê jî wisa kiriye ku Talîbanê  ji bo bidestxistina şer,  zêdetir bawerî bi xwe hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst