Hilbijartinên Portugalê: Partiyên rastgir dêngên xwe zêde kirin

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan Portugal Hilbijartin Rastgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Hilbijartinên Giştî yên Portugalê de, partiyeke rastgir a tundrew dengên herî zêde bi dest xistin û partiya çep a desthilatdar bi ferqeke kêm têk bir.

Dengên partiya rastgir a tundrew têrê nakin ku bi serê xwe hikûmetê ava bike.

Herwiha partiyeke din a rastgir a tundrew bi awayekî berbiçav dengên xwe zêde kirine.

Encamên destpêkê ji bo rastgirên li Ewropayê gaveke din a pêşveçûnê nîşan dide.

Ev di demekê de ye ku partiyên rastgir li welatên wekî Îtalya, Macaristan û Slovakyayê bûne xwedî desthilatdar.

Li welatên din ên wekî Fransa û Almanyayê jî dengên wan bi berdewam zêde dibin.

Encamên ku roja duşemê hatine belavkirin nîşan didin ku Hevpeymaniya Demokrat ku ji partiyên rastgir pêk tê, ji sedî 29,49ê dengan bi dest xistine.

Piştre Partiya Sosyalîst ji sedî 28,66ê dengan bi dest xistine.

230 kursiyên Parlamentoya Portugalê hene ku Hevpeymaniya Demokrat 79 kursî û Partiya Sosyalîst jî 77 kursî bi dest xistine.

Partiya Chegayê ku ji hêla şîrovekarê futbolê Andre Ventura ve tê birêvebirin ji sedî 18ê dengan bi dest xistine.

Li gorî Chega dikare 48 kursiyan bi dest bixe ku di hilbijartinên 2022yan de tenê 12 kursiyê wê hebûn.

Li gorî zanyariyan Partiya Însiyatîfa Lîberal ku 8 kursî bi dest xistine ji bo ku Hevpeymaniya Demokrat bikaribe hikûmetê pêk bîne dikare pişteviya wê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst