Fînlendayê Kurdekî nexweş dersînor kir: Hestiyên wî şikestî ne

11-02-2024
Nîşan Fînlenda Kurd Dersînorkirin Merîwan Mehmûd Ala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fînlandeya du Kurd û du Îraqî bi darê zorê dersînor kirin û ew şandin Bexdayê.

Merîwan Mehmûd Alayê ji Silêmaniyê li gel ku nexweş e û hestiyê qorika wî şikestiye jî bi darê zorê hatiye dersînorkirin.

Kurdê din ê ku hatiye dersînorkirin jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.

“Dermanên min nemane”

Merîwan Mehmûd Ala li ser dersînorkirina xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha axivî:

“Ev 23 sal in li Ewropayê û 19 sal in jî ku Fînlendayê me. Piştî wilqas sal wan ez dersînor kirim.

Ez nexweş im, pêwîstiya min bi dermanan heye lê dermanên min nemane. Dema ez hatim dersînorkirin, wan tenê heqrêya min da.”

Merîwanê ku di 21 saliya xwe de berê xwe dabû Ewropayê di 43 saliya xwe de hat dersînorkirin.

Merîwan Mehmûd Ala sala 1980yî li navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê hatiye dinyayê.

Merîwan Mehmûd Ala

Ew sala 2001ê çû Ewropayê û sala 2005an jî derbasî Fînlendayê bû û 19 salan li wir jiya.

Fînlendayê mafê rûniştinê yê demkî daye, ji ber vê yekê nikarîbû bixebite û alikariyên civakî wergire.

Ji ber ku Merîwan futbolîst bû Fînlendayê mafê wî yê demkî ji kategoriya Byê derxistiye kategoriya Ayê.

Lê piştî ku sala 2015an mafê wî rûniştinê qediyaye hemû serlêndanên wî hatine redkirin û wî careke din ev maf wernegirtiye.

Merîwan heta niha çend caran amelîyat bûye û pêdiviya wî bi alîkariya tibî heye.

“Ez mîza xwe jî bi sondayê dikim”

Merîwan Mehmûd Ala li ser rewşa xwe ya tenduristiyê got:

“Pêdiviya min bi alîkariya bijîşkî heye, ez ji banê xanî de ketim. Çoka min a çepê baş naxebite, hestiyê qorika min şikestiye.

Ez mîza xwe jî bi sondayê dikim. Ez li Helsinkiyê dijiyam lê wan sala 2023yan ez şandim kampekê.”

Merîwan da zanîn ku polîsan fermana dersînorkirina wî bi zorê daye îmzekirin û got:

“Min ew ferman îmze nekir lê çend heb polîsan ez bi zorê birim. Wan got, ‘Heke tu îmze nekî em dê bi zorê bidin îmzekirin.’

Wan destên min li pişta min girê dan. Sê polîsan tiliyên min bi zorê vekirin û mohra tiliya min li kaxezê da, wan kexez bi zorê da îmzekirin.”

Merîwan berdwam kir, “Wan got em dê du hezar dolaran bidin te lê tenê 200 dolar dan. Wan got em dê tezmînata te bidin te lê ew jî nedan, belgeyên min hene.”

Tenduristiya Merîwan Mehmûd Ala ne baş e

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst