Li Awûstûryayê îro hilbijartinên serokkomariyê tên kirin

09-10-2022
RÛDAW
Nîşan Awûstûrya Hilbijartinên Serokkomariyê Alexander van der Bellen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li Awûstûryayê îro hilbijartinên serokkomariyê birêve diçin. Li gorî rapirsiyan tê çaverêkirin ku serokkomarê niha Alexander Van den Bellen ji nû ve bibe Serokkomarê Awûstûryayê.

Li Awûstûryaya ku nifûsa wê nêzikî 9 milyon e, îro 9ê Cotmehê roja Yekşemê nêzî 6 milyon û 400 hezar hilbijêr ji bo diyarkirina serokkomarê nû dengên xwe bidin.

Dengdan li 9 eyaletên Awûsturyayê li gorî saeta herêmî di 07:00ê sibehê de destpê dike û dê heta 17:00ê êvarê berdewam bike.

Li Awûstûryayê di hilbijartinên serokkomariyê de tevî sorkkomarê niha Alexander van der Bellen 7 berbijêr hevrikiyê dikin:

Alexander van der Bellen (Serbixwe)

Walter Rosenkranz (Partiya Azadiya Avusturyayê / FPO)

Dominik Wlazny (Partiya Bîrayê / Bierpartei)

Tassilo Walentin (Serbixwe)

Gerald Grosz (Hevpeymaniya Pêşeroja Avusturyayê / Bündnis Zukunft Österreich)

Michael Brunner (Awûstûrya - Mafên Bingehîn Azadiya Mirovan / MFG)

Heinrich Staudinger (Serbixwe)

Li gorî qanûnên Awûstûryayê berbijêrê ku di gera yekem a hilbijartinan de ji sedî 50 dengan werbigre, dê weke serokkomar were hilbijartin. Eger ti berbijêrek di gera yekem de ji sedî 50ê dengan wernegre, dê di 6ê Mijdarê de di gera duyem de 2 berbêjêrên ku herî zêde deng wergirtine hevrikiyê bikin û yê herî zêde deng wergirt dê bibe serokkomar.

Li gorî rapirsiyan Alexander Van den Bellen ê ku ji 24ê Çileya 2017an ve serokkomar e, tê çaverêkirin ku ji nû ve bibe Serokkomarê Awûstûryayê.

Her wiha Gelek partiyên opozîsyona Awûstûryayê jî bi eşkereyî ragihandin ku ew dê piştgiriyê bidin Van der Bellen.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst