Senatorê Amerîkî li ser êrîşa dijî Mazlûm Ebdî: Nayê qebûlkirin

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Chris Van Hollen Balafirxaneya Silêmaniyê Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorekî Amerîkî ragihand, êrîşa bo ser Balafirxaneya Silêmaniyê û armanckirina Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) General Mazlûm Ebdî nayê qebûlkirin û daxwaz kir, derbarê êrîşê de lêkolîn were kirin. û aliyên berpirs di ber êrîşê de bên cezakirin.

Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen duh 8ê Nîsanê rojek piştî êrîşa bi dron a li ser Balafirxaneya Silêmaniyê bi mebesta armanckirina Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) General Mazlûm Ebdî  peyamek belav kir.

Di peyama xwe de ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, Senator Chris Van Hollen dibêje, Vê êrîşê jiyana personelên leşkerî yên Amerîkî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, û General Mazlûm Ebdî, hevalbendê girîng ê Amerîkayê di şerê li dijî Dewleta Islamî de, xiste metirsiyê. Ev nayê qebûlkirin.

Chris Van Hollen herwiha dibêje: Divê lêpirsîneke tam bê kirin û berpirsyar bên cezakirin.

Roja înê 7ê Nîsana 2023an, êrişeke bi dronê bo ser Balafirxaneya Silêmaniyê hat kirin.

Paşê hat aşkerekirin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û 3 serbazên Amerîkayê yên bi wî re, dema ku ji Silêmaniyê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, bûne armanca êrîşê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst