Hêzên Amerîkayê derbasî Kobaniyê bûn

14-12-2024
RÛDAW
Nîşan Kobanî Rojavayê Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Hevpyemaniya Navneteweyeyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Piştî ku hêzên Rûsyayê vekişiyan, vê sibehê hêzeke Koalîsyonê ya bi serkêşiya Amerîkayê derbasî Kobanî bû.

Ew hêz li nava bajarê Kobaniya geriyaa û paşê ber xwe da Sirînê.

Her wiha hat gotin ku ew karwana Koalîsyonê derbasî başûrê Kobnaiyê bûye da ku derbasî Minbicê bibe.

Li aliyê din, medyaya nêzîkî Rêvebiriya Xweser ragihand ku karwanê ji bo veguhastina xelkê diçû Minbicê hat astengkirin.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêvebiriya Xweser, ji bo veguhastinê, îro) bi tevlîbûn saziyên navnetewî û koalisyonê 10 otobus û 6 ambulans ber bi Minbicê ve derketin rê.

Lê dema karwan gihîşt Pira Qereqozaqê li aliyê din ê pirê ji aliyê komên çekdaran ve hat astengkirin.

Komên çekdaran bi hincetên cuda nehiştin karwan derbas bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst