Serokwezîrê nû yê Fransayê 34 salî ye

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Gabriel Attal Fransa Emmanuel Macron Serokwezîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borneyê doh îstifa kir.

Piştî îstifaya Borneyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Wezîrê Perwerdeyê Gabriel Attalê 34 salî wekî serokwezîrê nû yê Fransayê destnîşan kir.

Qesra Elyseeyê li ser biryarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku Serokkomar Macron, Gabriel Attal wekî serokwezîr tayîn kir û erkê avakirina hikûmetê da wî.

Piştî îstifaya Borneyê yek ji kesên ku ji bo serokwezîriyê dihat nîqaşkirin Attal bû.

Attal par wekî wezîrê perwerdeyê hatibû tayînkirin.

Di 65 salên dawî de yek ji endamên “herî ciwan” ên hikûmetê ye.

Niha jî Gabriel Attalê ku 34 salî ye bû “serokwezîrê herî ciwan ê Fransayê”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst