Li Awustralyayê jinek bi tohmeta DAIŞê tê darizandin

08-01-2023
RÛDAW
Li Awustralyayê jinek bi tohmeta DAIŞê tê darizandin
Li Awustralyayê jinek bi tohmeta DAIŞê tê darizandin
Nîşan Awustralya DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Awustralyayê Mariam Raad a ku ji Rojavayê Kurdistanê hatiye vegerandin bi tohmeta endamtiya DAIŞê tê darizandin.

Dadgeha Griffith a başûrê rojhilatê Awûstralyayê roja Înê Mariam Raad bi kefalet azad kir. Mariam Raad yek ji wan jinên di nav DAIŞiyan de bû ku hevjînên wan li Sûriyê hatine kuştin.

Di Cotmeha 2022an de Hikûmeta Australyayê, ew ligel 3 jin û 13 zarokan ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine. Pêngaveke ku bi tundî ji alîyê partiyên opoziyonê ve tê redkirin.

Cîgira Serokê Partiya Liberal a Awûstralyayê Sussan Ley anî ziman, “Em ne di wê baweriyê de bûn û ne bawer in di berjewendiya me ya neteweyî de be ku em van bûkên DAIŞê vegerînin. Hikûmeta Partiya Karkeran bi berfirehî li ser metirsiyên plana wan a vegerandina van kesan hat hişyar kirin.”

Biryar e Mariam Raad meha Adarê were darizandin. Şarederiyên Awûstralyayê jî nerazîbûna xwe tînin ziman. 

Serokê berê yê Şaredariya Hilltopsê, Brian Ingram got, “Ez texmîn dikim ku ew difikirîn dê kes bi plana wan nizanibe, êdî her kes dizane, ev mijar bi rêyeke xelet derketiye û bi xirabî hatiye rêvebirin.”

Li gor Rêveberiya Xweser, nêzîkî 2,500 jin û zarok li Kampa Rojê dimînin û nêzîkî 56,000 kesan jî li Kampa Holê dijîn ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.

Ji sala 2019an û heta niha hejmarek welatan welatiyên xwe yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine. Kazaxistanê 700 kes, Rusyayê 200 kes, Almanyayê 91 kes, Fransayê 86 kes û Amerîkayê jî 26 kes vegerandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst