Partiya desthilatdar û opozisyon li Romanya li ser encamên hilbijartinan nakok in

07-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina Parlamentoya Romanyayê bidawî bû û li gor encamên destpêkê heta niha ne diyar e kê serkeftin bidest xistiye. Encamên destpêkê pêşan didin, Partiya Sosyal Demokrat ku partiya opozîsyonê ye bi rêjeyeke kêm li pêş Partiya Lîberal a desthilatdar e.

Lê her ji niha ve herdu partî xwe serkeftî dibînin. Serokê Partiya Lîberal Ludovic Orban ku hevdem Serokwezîrê Romanya ye dibêje, di hilbijartinê de ew biser ketine.

Ludovic Orban, Serokwezîrê Romanya ragihand, “Li ser bingehê wêya ku ew dengên di navbera demjimêr 7:30 deqeyên şevê heta 9ê şevê nehatine hejmartin, herwiha dengên derveyî Romanya hê venegeriya ne û li ser bingeha ku egera şaşiyan heye, Partiya Lîberal a Romanya ku partiya me ye xwe serkeftiyê hilbijartinê hesab dike.”

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Opozisyona Romanya Marcel Ciolacu jî dibêje, Romaniyan deng dane bo şandina hikûmeta Orban bo malê.

Marcel Ciolacu, Serokê Partiya Sosyal Demokrat jî diyar kir, “Romaniyan dengê xwe dan, ji ber wan ew tirsa ku jiyana wan girtibû, şikandin û fam kirin ku Orban û hikûmeta wî divê biçin malê. Di vê demê de Partiya Sosyal Demokrat li pêş e û dibe serkeftiyê hilbijartinan jî.”

Piştî cudakirina nêzîka ji sedî 80yê dengan, Partiya Sosyal Demokrat nêzîka ji sedî 30 dengan bidest xistine û li beramber Partiya Lîberal ji sedî 25ê dengên hilbijartinê birine. Di dema 20 salên borî de, Romanî bi kêmtirîn rêje beşdarî hilbijartinê bûn ku ew jî ji sedî 33ê ye. Sedem jî beşek bo belavbûna vîrûsa Coronayê û herwiha kêmbûna baweriya piraniya Romaniyan bi proseya siyasî û şiyana hikûmetê di çareserkirina pirsgirêkên aborî de.

Romanya wek welatê herî hejar ê Yekîtiya Ewropayê tê hesabkirin û di hundirê 10 salên derbasbûyî de hejmareke zêde ya Romaniyan ber bi welatên din ên rojavayê Yekîtiya Ewropayê koç kirine ku tê texmînkirin hejmara wan zedeyî 4 milyon kes be.

Di demekê de ku Partiya Lîberal a desthilatdar piştgiriya siyaseta zêdetir ber bi rojava û tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê dike, Partiya Sosyal Demokrat a Opozisyonê alîgirê siyasetên niştimanî ye û pêgeha xwe ya serekî di nav çîna jêr a civakê de dibîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst