Şerê Îsraîl-Hemasê di roja 6emîn de ye: Hejmara kuştiyan 2 hezar û 600 derbas kir

12-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kuştiyên êrişên Hemasê yên li Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê ji her du aliyan 2 hezar û 600 derbas kir.

Şer û pevçûnên ku piştî êrişa Hemasê ya li hemberî Îsraîlê dest pê kirin, di roja xwe ya şeşmîn de berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku kejmara kesên ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de canê xwe ji dest da gihişt hezar û 354an.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê herwiha 6 hezar û 49 kes jî birîndar bûne.

Îsraîl: 1300 kuştî û 3 hezar û 300 birîndar

Televîzyona fermî ya hikûmeta Îsraîlê KANê jî ragihand ku heta niha di êrişên Hemasê de hezar û 300 kes mirine û 3 hezar û 300 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Televîzyona KANê rewşa 350 birîndaran dijwar e.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku heta niha 220 leşkerên wî welatî di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.

“Birîndar li erdê radizin”

Berdevkê Wezareta Tneduristiyê yê Xezeyê Eşref el-Qudray li ser hesabê wezaretê yê Facebookê daxuyanî da.

Eşref el-Qudra got, “Nexweşxane bi hemû derfetên xwe bi awayekî çalak dixebite. Ji ber zêdebûn û tundiya êrişên Îsraîlê, birîndar û nexweş li erdê radizin.

Qutbûna elektirîk, av û sotemeniyê jiyana birîndar û nexweşxan dixe metirsiyê. Berdewamiya vê rewşê dê bibe sedema karesateke tirsnak a tenduristî û jîngehê jî.”

Brîtanya malbatên dîplomatên xwe ji Îsraîlê derdixe

Li aliyê din Birîtanya, malbatên dîplomatên xwe yên li Îsraîlê derdixe.

Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Biritanyayê ragihand ku malbatên dîplomatan ji bo tedbîrê ji Îsraîlê hatin derxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Biritanyayê diyar kir ku Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Tel Avîvê dê vekirî bimîne û ji bo kesên hewcedariya wan bi alîkariyê heye dê xizmetê bike.

Îspanyayê 429 kes ji Îsraîlê derxistin

Îspanyayê ragihand ku tehliyekirina 429 kesên li Îsraîlê dixwest derkevin, temam bû.

Li gorî agahiyan, ji kesên hatine tahliyekirin 334 Îspanyolî, 41 ji Amarîkaya Latîn, 22 ji welatên Ewropayê û 32 kes jî welatên cuda bûn.

Di heman demê de hat eşkerekirin ku dîplomat û xebatkarên li Îsraîlê dimînin nehatine tehliyekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst