Ozlem Demîrel: Di çend salên dawî de hevsoziya ji bo Kurdan zêde bûye

08-06-2024
Zinar Şîno
Ozlem Demîrel/Wêne: Rûdaw
Ozlem Demîrel/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ozlem Demîrel Parlamentoya Ewropayê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Ozlem Demîrela ku namzeda Parlamentoya Ewropayê ye diyar kir ku di salên dawî de hevsoziya ji bo Kurdan li Ewropayê zêde bûye.

Hilbijatinên Parlamentoya Ewropayê 6ê Hezîranê dest pê kir û dê heta 9ê Hezîranê berdewam bikin.

Ozlem Demîrel endama Partiya Çep a Almanyayê ye. Bi eslê xwe ji bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di dema ew 5 salî bûye malbata wê hatiye Almanyayê

Ozlem Demîrel aniha 40 salî ye û di heyama borî jî de li Parlamentoya Ewropayê parlamenter bû.

Ozlem Demîrel dixwaze di 5 salên paşerojê jî li Parlamentoya Ewropayê be.

Nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şino li mîtîngeke Partiya Çep a li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê Ozlem Demîrelê dibîne.

Ozlem Demîrelê kompaniyên mezin ên teknolojiyê, partî û dewletên mezin ên cihanê û Ewropayê rexne dike.

Zinar Şîno jê pirsî “Ewropaya beriya 5 salan ne ya aniha ye, hûn dixwazin li Parlamentoyê Ewropyaê çi bikin?”

“Divê cihêkarî di nava dewlemend û xizanan de nebe”

Ozlem Demirelê wiha got:

“Em di serdemeke ne ku krîz li dû krîzan tê, gel di nav bêbaweriyê de dijî.

Ne girîng e şer be, yan di nava pevçûnê de bin ango pêla parçekirinê be li Almanyayê yan li Ewropayê, pirs ew e ku çîna navîn were jinavbirin.

 Xizanî zêdetir dibe û dewlemend dewlemendtir dibin. Eger ji min bipirsî divê cihêkarî di navbera mirovan de nebe. “

Ozlem Demirel di nava namzetên partiya xwe de di rêza 3yemîn deye.

Li gorî gotina Ozlem Demîrelê, Partiya Çep her tim di Parlamentoya Ewropayê de ew partî û fraksiyon bû ku ji bo mafên neteweyên bindest xebitiye.

Demîrelê amaje bi wê yekê jî kir ku dema ku populîstên rastgir û nazîst û nijadperestan li Almanyayê, li dijî biyaniyan dest bi êrişan kir partiya wê piştî êrîşan dengekî wêrek bû ye.

“Hevsoziya li hemberî Kurdan zêde bûye”

Ozlem Demîrelê behsa ajandaya xwe jî kir û wiha got:

“Ez dê şer bikim ku YEyê bibe xwediyê stûnek bihêz a mafên civakî, wekî nimûne, zêdekirina standardan dê karê me be.

Ez li dijî wê yekê me ku Yekîtiya Ewropayê û serokên welatên Yekîtiya Ewropayê li ser mijara şer gotûbêjan bikin û bixwazin ji welatên cihanê re çekan bişînin. Ez dê ji bo Yekîtiya Ewropayê şer bikim.”

Ozlem Demîrelê da zanîn ku ew li Parlamentoya Ewropayê ji bo pirsgirêka Kurd gelekî xebitiye û wiha got:
“Di van 5 salên borî de min şer kir ku pirsgirêka Kurd bi taybetî şerê li dijî Kurdan bibe mijareke Parlamentoya Ewropayê.

Ji bo me girîng e ku em di Parlamentoya Ewropayê de hebin û karê me berdewam bike û ji bo wekheviya û neteweyên bindest şer bikin û bi vî awayî gelên Ewropayê bi hêz bikin.

Ji ber ku hevsoziya Ewropayê bi neteweya Kurd re di van salên dawî de zêde bûye.

Bi taybetî jî piştî şerê li dijî DAIŞê wê rêxistinê jin, zarok û gelê Êzidî dikuştin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst