Hişkesaliyê Îtalya daye ber xwe

06-07-2022
RÛDAW
Hişkesaliyê Îtalya daye ber xwe
Hişkesaliyê Îtalya daye ber xwe
Nîşan Îtalya Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îtalya ji ber hişkesaliyê rojên nexweş derbas dike.

Zîncîre çiyayên Alp yê li sînorê Îtalyayê sermaya qerisî ya herêmê bûye sedema nîgeraniya welatiyan û zanayan.

Erdnîgarnas Nikola Kasangli anî ziman, “Guhertina keşûhewayê diyardeyeke gerdûnî ye. Germbûna cîhanê bandorê li ser zincîre çiyayê Alp û li seranserê cîhanê dike. Potansiyela zivistanê di havîneke pir germ de heye û pileya germê ne asayî ye.”

Ava çeman jî kêm bûye. Çemê Tiber li Îtalyayê sêyemîn dirêjtirîn çem e ku di Romaya paytext re derbas dibe.

Belemevan Gilio Bendandy got, “Di 40 salên dawî de Çemê Tiberê ku me dîtibû, ti car ne wiha bû. Ji roja ku tê bîra min ava çem bi vî awayî kêm nebûye.”

Dario Gambarin cotkarekî Îtalî ye, li ser axa xwe ya hişkbûyî bi traktora xwe bi nivîsên mezin, “Avê kêm bikar bînin" nivîsandiye.

Armanca vê xebatê ew e ku li cîhanê xetereya kêmbûna avê nîşan bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst