ÎDIR - Ji ber hişkesaliyê teyr û tilûr kêm bûne: ‘Rewş xirabtir dibe!’

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji mêrg û çiravên li quntara Çiyayê Agiriyê ji ber hişkesaliyê ziha bûye û nîşanên çolbûnê lê tên dîtin.

Berê ew der yek ji çiravên herî girîng ên rawestgeha teyr û tilûran bû.

Pispor dibêjin zêdebûna pileyên germahiyê, hişkesaliyê û kêm baraniyê dîmenên bi xof derxistine holê.

Koça teyrikan a ji bo deverê jî gelekî kêm bûye.

Pisporê ajelên kovî Mete Turkoglu got:

“Li bajarê me ji ber ku baran kêm bariya û pileyên germahiyê di ser 35 pileyan re bûn hişkesaliyeke zêde çêbûye.

Germahî bi taybetî bandorê li mêrg û çiravan dike.

Ew jî dibe sedem ku hatina hinek cureyên teyr û tilûran a herêmê kêm bibe.”

Herêm wekî bihuşta teyrikan jî tê naskirin.

Berê salane bi hezaran teyr û tilûran berê xwe dida wê derê.

3 sal in ji ber kêmbûna ava çiravan hejmara teyrikan jî gelekî kêm bûye.

Li gorî lêkolînên pisporan, li gorî par hejmara teyrikên ku îsal çûne herêmê ji sedî 50 kêm bûye.

“Rewş xirabtir jî bûye”

Mamosteya Zanîngeha Îdirê Belkis Muca Yîgîtê anî ziman:

“Di 3 salên dawî de li Îdirê baran gelekî kêm bariya.

Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê û Daristanan sala 2022yan li bajarê me baran ji sedî 40 daketiye bin rewşa asayî.

Li gorî amaran sala 2023yan bajarê ku herî kêm lê baran bariya Îdir bû.

Sala 2024an jî heman rewş heye û rewş xirabtir jî bûye.”

Pispor dibêjin, wan par meha Îlonê li deverê 40 cureyên teyr û tilûran tomar kiribûn.

Îsal di heman dema salê de tenê 20 cure hatine tomarkirin.

Ev tê wê wateyê ku ji ber kêmbûna avê û guherîna avhewayê, 20 cureyên ku par çûne wir îsal neçûne û koçî cihekî din kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst