Plasschaert: Divê budce ji Herêma Kurdistanê re bê şandin

06-02-2024
RÛDAW
Nîşan Jeanine Hennis-Plasschaert Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Fransa Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, “Pêwîst e budceya Herêma Kurdistanê bê şandin.”

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li New Yorkê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

“Pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in”

Plasschaertê got, “Pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in. Rast epirsgirêkên teknîkî hene lê ev yek rastiya ku rojane mirov rastî zehmetiyan tê naguhere.”

Li ser budceyê jî Plasschaertê wiha anî ziman, “Biryara dawî ya hikûmeta navendî ya şandina mafê darayî ya meha Kanûna Paşîn gavekî baş e.

Lê ji bo bidestxistina aramiyê divê budceyek ji Herêma Kurdistanê re bê şandin ku mûçeyên mehane yên karmendan bide.”

“Paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji aramiya Îraqê re nabe alîkar”

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civînî de behsa çend mijarên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê yên wekî êrişên li ser axa Îraqê, pirsgirêkên guherîna keşûhewayê û paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir.

Plasschaertê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wiha axivî, “

Bi nîgeranî dibêjim ku careke din hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatine paşxistin ku biyar bû di 25ê Sibatê de bihatana kirin ê dîsa hat paşxistin.

Ev yek ji bo Herêma Kurdistanê û aramiya Îraqê nabe alîkar.”

“Fransa piştevaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike”

Alîkara Nûnerê Daîmî yê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Nathalie Estival-Broadhurstê jî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê got, “Hêvîdarim hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di demeke kurt de bên kirin.”

Nathalie Estival-Broadhurst bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û wiha pê de çû:

“Fransa piştevaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike, bi taybetî li ser parvekirina dahata petrolê û pirsên ewlehiyê. Ev jî di berjewendiya her du aliyan de ye.”

 

Gelek nûnerên welatan di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de heman daxuyanî dubare kirin û piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst