Qubad Talebanî: Danûstandinên bi Hikûmeta Îraqê re pir zelal, cidî û erênî bûn

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî Herêma Kurdistanê Mûçe Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qubad Talebanî diyar kir danûstandinên bi berpirsên hikûmet û aliyên siyasî yên Bexdayê re “pir zelal, cidî û erênî bûn.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hevdîtinên şandeya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Qubad Talebanî di daxuyaniyê de got:

“Gotûbêjên îro yên di navbera Serokwezîrê Hikûmetê, min û şandeya Herêmê ya li Bexdayê ligel birêz Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Meclîsa Nûneran û serkirdeyên partiyên siyasî pir zelal, cidî û erênî bûn.”

"Em dê dudiliyê nekin"

Herwiha Qubad Talebanî li ser pirsgirêka budce û mûçeyan jî wiha anî ziman:

“Em xelkê Kurdistanê bi taybetî mûçexuran piştrast dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçeyan em dê dudiliyê nekin.”

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de doh çû Bexdayê.

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Omîd Sebah û Sekreterê Dîwana Wezîran Amanc Rehîm pêk hatibû.

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Nasrê Heyder Ebadî, Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer, Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî Eyad Elawî û Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî re jî civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst