Spanya: Zêdetirî 126 hezar kes bi koronayê ketine

05-04-2020
RÛDAW
Nîşan Spanya Coronavîrus COVID - 19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di warê hejmara kesên bi koronayê ketine, Spanya, ket pêşiya Îtalyayê, heta niha li Spanyayê 126 hezar û 168 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Spanya yekem welat e li Ewropayê ku heta niha herî zêde kes lê bi koronayê ketibin.

Li gor amarên hikûmeta Spanyayê, heta niha li wî welatî 126 hezar û 168 kes bi vîrusa koronayê ketine, 34 hezar û 219 kes baş bûne û 11 hezar û 947 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Berî niha Îtalya li pêş hemû welatên Ewropayê bû, lê li gor van amarên nû niha Spanyayê daye pêşiya Îtalyayê ku herî zêde xelk lê bi vîrusa Koronayê ketibin.

Li ser asta cîhanê jî Amerîka di pileya yekem de ye ku heta niha 311 hezar û 635 kes bi vîrusa Koronayê ketibin, 14 hezar û 825 kes baş bûne û 8 hezar û 54 kesan cane xwe ji dest dane.

Piştî Spanya û Îtalyayê jî, herî zêde li Almanya û Fransayê xelk bi wê vîrusê ketine û rojane jî hejmara kesên pê dikeve zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst