Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê hatin bipaşxistin

06-06-2024
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hilbijartinên Spanyayê Bipaşxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê hatin bipaşxistin.

Li gorî biryara nû, hilbijartin dê Tebaxa 2024an werin kirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ragihandibû ku “Mercên hilbijartinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nînin.”

Rêveberiya Xweser îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragiahand ku hilbijartin ji ber "daxwaza partî û tifaqên siyasî û bi armanca ku hilbijartinên bi temamî bi awayekî demokratîk bên kirin" hatine taloqkirin.

Hat ragihandin ku dê hilbijartin tebaxa îsal bên kirin lê di daxuyaniyê de roja hilbijartinan nehat diyarkirin.

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst