SPD û FDP: Gotûbêjên pêkanîna hikûmetê erênî ne

04-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew partî û aliyên ku di gotûbêjên pêkanîna hikûmeta Almanyayê de beşdar in, gotûbêjên ji bo pêkanîna hikûmetê, erênî bi nav dikin.

Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Sekrterê Giştî yê Partiya Demokrata Azad (FDP) jî dibêjin, “gotûbêjên destpêkê yên jibo pêkanîna hikûmeta nû ya Almanyayê berhemdar” bûne.

Lars Klingbeil, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat ku serketiya yekem e roja Yekşemê 3ê Cotmeha 2021 ji medyayên Almanyayê re ragihand, piştî qonaxa Merkel pêwîstiya wan bi guhertinên mezin heye.

Bi gotina Lars Klingbeil, palana wan heye li gel Partiya Demokrata Azad û Partiya Keskan hikûmeta nû ava bikin, ku di hilbijartinên 26ê Îlona îsal de gelek kursî bi dest xistine.

Sekreterê SPDê got, “Dikarim bêjim ev gotûbêj berhemdar bûn, çavkaniya wan li ser bingeha rastiyê ye; em agahdar in û ji me re zelal bûye ku astengiyên mezin li pêşiya vî welatî ne; piştî 16 salên Merkel, me pêwîstiyeke mezin bi guhertinê heye. Divê çend tişt bên pêşvebirin. Bi dîcîtalkirina, nûbûna di dewletê de, ev mijar jî ku gelo Almanya bi çi awayî dikare roleke bibandortir a siyasî di asta cîhanê û Ewropayê de bilîze. Ew hemû ew tişt in ku di asta cîhanê de hene û me gotûbêj li ser wan kir.”

Herwiha Volker Wissing, Sekrterê Giştî yê Partiya Demokrata Azad (FDP) jî got, gotûbêjên wan berhemdar in, lê di xalên serekî de wan nakokî li gel SPD hene.

Tê çaverêkirin, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Almanyayê çend heftî pêwîst bin. Di hilbijartinên 26ê Îlonê de Partiya Sosyal Demorkat %25.7 dengan, Partiyên Yekîtiya Kirîstiyan Demokrat û Kirîstiyan Sosyal Demokrat %24.1 dengan, Partiya Kesk %14.7 dengan û Partiya Alternatîv bo Almanyayê %10.3 dengan bi dest anîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst