Hewlêr (Rûdaw) - Li Vienaya paytexta Awusturyayê, çar kes bi pêkanîna êrişa terorîstî ya Mijdara 2020ê tên tawanbar kirin ku wek mezintirîn êrişa terorîstî ya li wî welatî tê dîtin. Derbarê du kesan de biryara cezayê heta hetayê zîndanî hat dayîn.
Herdu yên din jî her yek bi 19 û 20 sal zîndankirin hatin cezakirin. Herwiha du tohmetbarên din jî di vê dosyayê de bê tawan hatin dîtin.
Parêzerê Tawanbaran Manfred Arbacher “Tişta îro hat piştrastkirin ew bû ku yasa serwer e. Herçiqas miwekîlê min li ser propaganda û endambûna rêxistina terorîstî hat tawanbarkirin, lê di tawanê mezin de bê tawan derket, ku kuştin û alîkariya kuştinê bû.”
Yek ji wan yê ku plana êrişê danîbû, xelkê Makadonya Bakur e, berê jî bi wê yekê hatibû tawanbarkirin ku xwestiye biçe nav DAIŞê li Sûriye.
Parêzerê Tawanbar Astrid Wagner “Ez bi biryara dadgehê ne rehet im. Bêgûman ceza gelekî giran e, ji ber wê em dê derbarê biryara dadgehê de îtirazê bikin.”
Di 2ê Mijara 2020ê de, li navenda bajarê Vienna çend êrişên çekdarî dijî cihên giştî hatibûn kirin, ku bûbûn sedema kuştina çar kesan û birîndarbûna 20 kesên din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse