Antony Blinken li ser êrîşên Îranê axivî

02-10-2022
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Amerîka Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, “Êrîşên mûşekî yên nû yên Îranê beriya her tiştî binpêkirina serweriya axa Iraqê ye ku berdewam Îran wan karan dubare dike.” Her wiha diyar kir ku ew piştgîriya hevbeşên xwe yên Iraqî û Kurd dikin li hember van karên dijminane.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Înê di konferanseke rojnamevaniyê ya bi Wezîra Derve ya Kanadayê de derbarê êrîşên Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de axivî.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, “Dema pirsa parastina welatî û serbazên me be ji her êrîşekê, Serok Biden du dil nabe di biryardanê de, lewra ew ji nêzîk ve rewşê dişopînim bi taybet ligel hevbeşên xwe li navçeyê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku ew piştigîriya Bexda û Hewlerê dikin li hember êrîşên Îranê.

Blinken her wiha destnîşan kir ku wan karvedanên cihanî ji bo şermezarkirina karên Îranê dîtin. Ew berdewam û bi eşkere dibêjin, Îran nikare ji cezakirinê rizgar be.

Blinken ragihand, ew berdewam amade ne ji bo bikaranîna hejmareke rêkaran bo rêgirtin li karên têkderane yên Îranê li navçeyê ku di dema derbasbûyî de jî wan Îran ceza kiriye û ew dê berdewam jî bin, ew ceza jî rêkarên darayî û givaşên diplomasî li xwe digire.

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kes şehîd bûn, 10 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.

Roja Pêncşemê jî Supaya Pasdarên Îranê hişyarî dabûn ku ew dê êrîşên xwe yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst