Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Amedsporê ji ber encamên ne baş ên lîstikan, biryar da kongreya awarte li dar bixe û rahener Ersun Yanal jî xatir ji tîmê xwest û îstifa kir.
Alîgir dixwazin birêvebiriya nû û rahênerê nû tîmê ji vî halî derxin û tîm dîsa vegere ser kewna xwe.
Kongreya Amedsporê dê 12ê Çiriya Paşînê were lidarxistin.
Beriya kongreyê Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal jî dev ji rahêneriyê berda.
Alîgir gelekî li dijî Ersun Yanal derdiketin û wan dixwest dest ji kar berde.
Yanal di vîdeoyekê de ragihand ku wî û tîmê li hev kiriye û wî dev ji rahêneriyê berdaye.
Alîgirên tîma keskesor îsal ji lîstika Amedsporê ne razî bûn û wan dixwest rahênerê wan were guhertin.
Niha çavê alîgiran li benda kongreyê ye û dixwazin bi serok û rahênerekî nû Amedspor careke din were ser kewna xwe ya berê.
Kongreya Amedsporê dê 12ê Çiriya Paşînê were lidarxistin û Serokê Amedsporê Azîz Elaldi dê nebe namzed.
“Me 2 komîsyon ava kirine”
Serokê Komîsyona Şêwirê ya Bilind a Amedsporê Burç Baysal li ser amadehiyên kongreyê got:
“Biryara lidarxistina kongreyê tene ne girêdayî serkeftin an ne serkeftinên sportîf e. Ev pêşbirkek e.
Di pêvajoya kongreyê de me wekî Komîsyona Şêwirê ya Bilind du komîsyon ava kirin.
Yek jê dê heta kongreyê bi birêvebirina tîmê re eleqeder bibe.
Komîsyona din jî dê ji bo hilbijartin û karûbarên birêvebiriya nû bixebite.”
Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal 7 jê biyanî 14 lîstikvanên nû kirîbûn lê encamên ku wî hêvî dikirin nehatin bidestxistin.
Li ser pêşhatên dawî Ersun Yanal jî ji tîmê veqetiya û xatir ji alîgiran xwest.
Ersun Yanal peyamek belav kir û di peyama xwe de anî ziman:
“Min gotibû Amedspor ji bo min dê bibe cihê halandayînê lê pêvajoya bi soza halandayînê dest pê kiribû îro piştî lihevkirina bi birêvebiriya tîmê re bi dawî hat.”
Alîgirên Amedsporê yên ji rewşa wê nerazî li benda lidarxistina kongreyê û hatina rahênerekî nû ne.
“Ersun Yanal ne yê vê lîgê bû”
Serokê Komeleya Azadiyê ya alîgirên Amedsporê Ramazan Turgay wiha got:
"Ersun Yanal ne rahênerê vê lîgê ye. Çimkî ew vê lîgê nas nake.
Ew tîmên Lîga Super nas dike. Demeke dirêj çêbûbû ku wî ti timek jî nedabû xebitandin.
Ev jî kêmasiya birêvebiriyê bû. Heger em serkeftinên demkî bixwazin em dê demekê derkevin asteke baş lê dê dîsa serserkî werin xwarê.
Heta tesîsên ji bo ciwanan neyêne çêkirin dê paşeroja Amedsporê jî tune be.”
“Divê Amedsporê ji vî halî derxin”
Alîgirê bi navê Aydin Kahraman jî got:
“Îsal zêde girîngî nedidan tîmê. Di navbera wan û alîgiran de problem hebûn.
Ersun Yanal jî ji bo Amedê nebû. Yekî din were dê baştir be.”
Alîgirê bi navê Omer Gîder jî dixwaze kesên nû werin ser tîma Amedsporê û tîmê ji vî halî derxin.
Li gorî îdiayên li nava bajêr, ji bo serokatiya Amedsporê navê Burç Baysal, Cahît Akin, Nedîm Şîmşek, Nurullah Edemen û parlamenterê berê yê HDPyê yê Mûşê Ahmet Yildirim derbas dibe.
Bersiva vê pirsê dê 12ê Çiriya Paşînê di kongreyê de were dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse