Hewlêr (Rûdaw) - Melke Telalê ya ji Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê di lîstika karateyê de, li ser asta Sûriyeyê bû yekemîn.
Melke Telalê ya ku lîstikvana karateyê ye û ji taxa Cirnikê ya bajarê Qamişloyê ye cara duyemîn e li ser hev, li ser asta Sûriyeyê di Pêşbirka Kupaya Komarê de bû yekem û madalyaya zêrîn bi dest xist.
Ev sala şeşemîn e ku Melke beşdarî pêşbirkê dibe, berî niha pileya duyem û sêyem jî bi dest xistiye.
Melke herwiha li ser asta parêzgeha Hesekê jî yekem e.
Birayê Melkeyê, Welîd Telal jî di karateyê de li ser asta Sûriyeyê madalyaya bronz bi dest xist û ev cara duyemîn e ku di pileya sêyem de serkeftinê bi dest dixe.
Welîd Telal berî niha di pêşbirkê de pileya duyem jî bi dest xistiye û ew jî wek xwişka xwe li ser asta parêzgeha Hesekê yekem e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse