VÎDEO - Amedspor ranaweste: 5-1

10-03-2024
Coşa lîstikvanên Amedsporê / Wêne: Torên Civakî
Coşa lîstikvanên Amedsporê / Wêne: Torên Civakî
Nîşan Amedspor Arnavutkoy Beledîyespor Amed Serkeftin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê li stadyûma xwe Arnavutkoy Beledîyespor 5 û 1 têk bir û kursiyê xwe yê lîderiyê saxlem kir.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire careke din bi 3 pûanan dilê alîgirên xwe xweş kir.

Alîgirên Amedsporê stadyûma ku kapasîteya wê 33 hezar e tije kir û bi coşeke mezin piştgirî da tîma Amedê ya keskesor.

Lîstikvanê Amedsporê Ugur Adem Gezer xuleka 9 an penalti kir gol û tîma xwe 1 û 0 xist pêş.

Amedspor xuleka 32yan bi gola Mert Çapar ferq kir 2.

Arnavutkoy Beledîyesporê xuleka 40î bi gola Cerem Talha Dînçer skor kir 2-1 û nîveka yekem a maçê bi vê skorê xelas bû.

Amedsporê lîstika xwe ya xurt nîveka duyem jî berdewam kir.

Amedspor xuleka 53yan bi gola Berk Îsmaîl Unsal 3 û 1 ket pêş.

Xuleka 67an Çekdar Orhan skor kir 4 û 1.

Xuleka 90î jî Mert Çapar li ser navê Amedsporê goleke din tomar kir û skor bû 5-1.

Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 62yan û cihê xwe yê yekemîniyê parast.

Amedspor dê hefteya pêşiya me li deplasmanê bi Etîmesgut Belediyesporê re bilîze.

Li hêla din, Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye jî li deplesmanê Duzcespor 1 û 0 têk bir û pûana xwe kir 61.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst