Dilê Amedsporê bi Uşaksporê neşewitî: 8-0

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Uşakspor Serkeftin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê li hemberî tîma futbolê ya Uşaksporê bi encama 8-0 bi ser ket.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li stadyûma xwe mazûvaniya Uşaksporê kir.

Amedsporê hîn destpêka lîstikê di xuleka 7emîn de bi gola Berk Îsmaîl Unsal 1-0 ket pêş.

7 xulek piştî vê golê Berk Îsmaîl Unsal dîsa golek avêt û tîma xwe 2-0 pêş xist û nîva yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Çekdar di nava 4 xulekan de 2 gol avêtin

Tîma Amedsporê di nîva duyem de jî bi hêz dest bi lîstikê kir û lîstikvanê wê Çekdar Orhan di nava 4 xulekan de 2 gol avêtin.

Çekdar Orhan di xuleka 54emîn de golek avêt û 4 xulek piştî wê golek din jî avêt tîma xwe 4-0 pêş xist.

Lîstikvanê Amedsporê yê nû Yakal Taylan jî di xuleka 63yemîn û 88emîn de 2 gol avêtin.

Golên din jî yên Amedsporê Velî Çetîn di xuleka 80emîn de û Mert Çapar jî di xuleka 90+2yemîn de avêtin.

Lîderê komê Igdir FK li hemberî Kastamonusporê re 1-1 ma.

Bi vê encamê re Amedspor hem derket rêza duyemîn û hem jî ferqa puanê ya bi tîma lîder Îdir Fkyê re daxist 2 pûanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst