Ciwanê Kurd li Gurcistanê bû şampiyonê kick boksê

26-03-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Ciwanê Kurd li Gurcistanê bû şampiyonê kick boksê
Ciwanê Kurd li Gurcistanê bû şampiyonê kick boksê
Nîşan Gurcistan Mix Fight Davidê Rezo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Gurcistanê bajarê Tiflîsê turnuwaya navneteweyî ya Mix Fight, hat  lidarxistin û tê de Werzîşvanê Kurd Davidê Rezo ku bi Ala Kurdistanê derket ser ringê, bû şampîyon.

Mix Fight hunereke lêkdanê ye; ji têkelbûna gelek teknîk, şêwaz û rêwerzên cûrbecûr ên lêkdanên tek bi tek pêk tên. Gelek pisporên werizşê ji vê staylê re lêkdanên bê rêgez jî dibêjin.

Wezîşvanê Kurd Davidê Rezo bi alayên Kurdistan û Gurcistanê derdikeve ser rîngê. Davîd 18 salî ye û li Tîflîsê jidayîk bûye.  Li gel endamên malbata Davîd, nûnerên diyasporaya Kurd jî, ji bo piştgirîdanê hatin hola turnuvayê.

Karsazê ji Kazaxistanê Barzanî Nebiyev dibêje: “Ez ji Kazakistanê taybet bo vê turnuwayê hatime. Ji 20 dewletan zêdetir werzîşvan hatine vê derê. Em gelek şabûn ku David ala me Kudan jî rakir. Tişteke rind nîşan da û em hêvî dikin ku paşerojê bibe şampiyonê cîhanî jî.”

Davîdê Rêzo di kategoriya 55 kiloyê de derketiye ser rîngê. Diyarde rikaberê Davîd jî têra xwe heye. Lê Davîd jê çapiktir e û derbeyên pir bi teknîk lê dide. Piştî sê raundanlêkdan bi dawî tê. Beriya ku hakem bîrayarê xwe bide, Dawîd dîsa ala Kurdistanê bi milê xwe ve dike.

Şampiyon Davîdê Rêzo dibêje ew bi serkevtinên xwe “milletê xwe bilind dikim”.

Davîd ji zaroktiyê ve, xwe daye werzişê. Neh caran bûye şampiyonê Gurcistanê. Sala 2018 di nava nûciwanan de şampiyoniya Ewropayê û sala 2019 de jî şampiyoniya Cîhanê wergirtiye.

Bavê Daîvê Rêzo, Rêzoyê Fêro jî got: “Ji bo min tişteke gelek mezin e li Gurcistan werzîşvanek bi ala Kurdistanê derket. Ev serkevtineke mezin e. Derketina bi stran û muzîka Kurdan û ala Kurdistanê ji bo miletê me yê li Gurcistanê pêşketineke gelek mezin e. Kurd hatine vê derê piştevaniya Kurdekî dikin ev tişteke mezin e.”

Turnuwaya Navneteweyî ya Mix Fight cara sêyemîn e li Tîflîsê tê lidarxistin.  Vê carê werzişvanên ji Ermensistan û Azerbaycanê tevlî turnuwayê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst