Manchester City bû şampiyon

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Manchester City Şampiyon Lîga Premierê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga Premierê ya Înglîstanê de Manchester City bû şampiyonê sezona 2022/2023an.

Di Lîga Premierê ya Înglîstanê de Manchester City piştî ku şopînerê wê yê herî nêzik Arsenal li deplasmanê li hember Nottingham Forest têk çû, hefteyek beriya ku sezonê bi dawî bibie şampiyoniya xwe ragihand.

Piştî ku Arsenal di hefteya 37emîn a lîgê de li hember Nottingham Forestê 1-0 têk çû, tîma Manchesterê 1 hefte beriya dawiyê şampiyoniya xwe ragihand.

Manchester City bi vê şampiyoniyê 9emên şampiyoniya xwe bidest xist.

Manchester City di bin rêveberiya Pep Guardiola de di 6 sezonên xwe yên dawî de şampiyoniya xwe ya 5emîn bi dest xist.

2 fînalên din jî hene

Manchester City dê di 3ê Hezîranê roja Şemiyê di fînala Kûpaya FA de bi Manchester Unitedê re û di 10ê Hezîranê roja şemiyê de jî di Fînala Lîga Şampiyonan de bi Interê re bileyize.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst