Amedsporê deriyê şampiyoniyê vekir

28-04-2024
RÛDAW
Amedsporê li deplasmanê tîma Somasporê 1-0 têk bir / Wêne: Rûdaw
Amedsporê li deplasmanê tîma Somasporê 1-0 têk bir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Şampiyon Somaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  Amedsporê li deplasmanê tîma Somasporê 1-0 têk bir û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de têdikoşe û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bûye, îro bû mêvana Somasporê.

Lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin xuleka 49 golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 80yî û lîdertiya xwe berdewam kir.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 77 puanan e.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Amedspor bi 3 puanan û averaja 11 golan li pêşiya Kastamonusporê ye.

Amedspor her çend hîn jî ji aliyê matematîkî ve ji sedî sed nebûye şampiyon jî mirov dikare bibêje deriyê şampiyoniya xwe vekiriye.

Amedspor eger li hemberî Menemensporê têk biçe û Kastamonuspor jî di lîstika herî dawiya xwe de bi ser bikeve puanên herdu tîman jî dibin 80 puan.

Lê ji ber ku golên Amedsporê zêdetir in dê şampiyoniyê bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst