Alîgirên Amedsporê ji ber sirûda Tirkiyeyê hatin desteserkirin

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Alîgir Sirûda Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çar aligirên Amedsporê bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser pêyan hatin desteserkirin.

Îro Amedspor û Fethiyespor li Amedê, hatin pêşberî hev.

Di dawiya maçê de 4 alîgirên Amedsporê hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku ew kes bi hinceta dema beriya maçê sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye xwendin ranebûne ser pêyan, hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, yek ji kesên desteserkirî endamê meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Muhsin Aydogdu ye.

Heta niha gelek caran di dema lîstikên Amedsporê de bi hinceta ku dema sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê dihat xwendin ranebûne ser pêyan alîgirên wê hatine desteserkirin.

Li aliyê din, lîstika Amedsporê û Fethiyesporê bi skora 1-1ê bi dawî bû her yekê pûanek wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst