Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara alîgirên Amedsporê çiqas e?

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Alîgir Navenda Lêkolînên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC), bi sernavê “Alîgiriya Amedsporê” raporeke berfireh parve kir.

Di çarçoveya lêkolînê de, li hemû navçeyên Amedê bi 1500 kesan re rû bi rû hevdîtin hat kirin.

Di encama hevdîtinan de derket holê ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanêyê Kurdan eleqeyeke mezin ji bo Amedsporê heye.

Li gorî raporê, ji sêyan yekê şêniyên Amedê ne alîgirên futbolê ne.

Li seranserê Tirkiyeyê jî ji çaran yekê Kurdan ne alîgirên fubolê ne.

Ji her 9 Kurdên futbolhez, yek jê wekî tîma duyemîn piştgiriyê didin Amedsporê.

Bi taybetî li Amedê, di navbera alîgirên futbolê de, eleqeya ji bo Amedsporê ji çaran yek derbas dike.

Ev jî li herêmê popîlerbûna tîmê eşkere dike.

Li gorî lêkolîneran, li Amedê herî kêm 250 hezar û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî  milyonek alîgirên Amedsporê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst