Keça Kurd a nabîna: Ez dixwazim Amedê li Ewropayê temsîl bikim

18-09-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Keça Kurd a nabîna di du beşên werzîşê de li ser asta Tirkiyê bû yekem
Keça Kurd a nabîna di du beşên werzîşê de li ser asta Tirkiyê bû yekem
Nîşan Mizgîn Zîlan Agahatun Werzîşvan Judo Halter Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Mizgîn Zîlan keçeke 19 salî ye û ji Amedê ye. Ew nabîneya çavan e. Di qada halter û jûdoyê de bû şampiyona Tirkiyeyê. Niha armanca wê şampiyoniya Ewropayê û cîhanê ye. Ji ber vê yekê rojê şeş saetan berê xwe dide salonên sporê û rahênanê dike.

Mizgîn Zîlan Axahatun di du beşên sporê de bûye şampiyona Tirkiyeyê.  Di jûdo û halterê de. Ji bo ku vê serkeftina xwe di qada halterê de bilindtir bike, her roj berê xwe dide salona sporê û dest bi rahênanê dike.

Mizgîn Zîlan niha du armancan dane pêşiya xwe ew jî  şampiyoniya Ewropayê û ya cîhanê.

Şampiyona halter û jûdoyê Mizgîn Zîlan Axahatun got “Ji 53 bajaran tevli pêşbaziyê bûn. Di 85 kîloyan de min pêşbazî kir. Lê min 105 kîlo rakir. Ez dixwazim welatê xwe û bajarê xwe li Ewropayê temsîl bikim. Bi ser bikevim. Ger bi ser bikevim ev yek dê ji gelek xwîşk û birayên ku weke min nabîneyên çavan in re jî bibe mînak. Ew jî dê fêm bikin ger bixebitin ew jî dikarin bi ser bikevin.

Mamosteyê wê Mihemed Emîn Erdogan ji bo ku Mizgînê bike şampiyon çar salan ew daye xebitandin. Li gorî ku ew dibêje Mizgîn ji ber ku ji çavên xwe kêm didît, ji jiyanê xeyidî bû û ji malê dernediket. Lê piştî wî ew ji bo sporê razî kiriye, jiyana wê bi temamî guheriye.

Mihemed Emîn Erdogan mamosteya Mizgîn Zîlan Axahatun dibêje “Li Tirkiyeyê ji xwe rikaberê me tune ye. Hedefa me ew e ku em Mizgînê îcar bişînin Ewropayê û pêşbaziyên cîhanê. Em ê tenê amadekariya vê armancê bikin.”

Ne tenê Mizgîn, mamosteyê wê jî Mihemed Emîn jî di jûdo û halterê de rekor şikandine. Lewre ew bûye şampiyoniyê Ewropayê û hem jî yê cîhanê. Ew dixwaze Mizgîn jî weke wî hemû rekoran bişkîne û navê xwe li seranserê cîhanê di lîsteya yekeman de tomar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst