Bingolsporê jî formayên xwe yên nû bi strana Kurdî dan nasîn

Duh li 10:17
RÛDAW
Nîşan Bingolspor Rençber Ezîz Danasîn Forma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Bingolsporê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê formayên xwe yên sezona nû bi strana "Way Way Nîna" ya Rençber Ezîz dan nasîn.

Beriya niha têmên Bakurê Kurdistanê Amedspor, Vanspor, Batman Petrolspor û Mardinsporê formayên xwe yên sezona nû bi stranên Kurdî dabûn nasîn.

Piştî wan tîman, tîma Çewlîgê12 Bingolsporê jî kilîba danasîna formayên xwe yên sezonê bi strana Way Way Nîna" ya hunermendê Çewlîgî Rençber Ezîz ya bi zaraveya Zazakî ya Kurdî belav kir.

Bingolsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

"Werin em xwedî li Bingolsporê derkevin"

Bingolsporê got, “Em bi kelecanek ku ji kûrahiya dîrokê tê, ruhê Çewlîgê radixe ber çavan, derbasî sezona nû dibin.

Bîngolspor ne tenê tîmeke werzîşê ye; cewhera vê axê ye

Ew sembola hevpar a her çîrok û xewnên me ye.

Di vê sezonê de derfeta me heye ku bi têkoşîna xwe ya li qadan nûnertiya cewhera bajarê xwe bikin.”

Bingolsporê di beşeke din a daxuyaniyê de banga xwedîlêderketina tîmê kir û wiha pê de çû:

"Cihên dîrokî, dewlemendiyên çandî û kevneşopiyên bajarê me çavkaniya îlhama performansa me ya li qada futbolê ye. Werin em xwedî li Bingolsporê derkevin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst