Şirnex - Şivanê xwedîşiyan li bendê ye bê keşfkirin

18-05-2024
Ferdî Sak
Ender Sagim/vîdeo ji Rûdawê re hate şandin
Ender Sagim/vîdeo ji Rûdawê re hate şandin
Nîşan Ender Sagim Şrinex Gutbol Lîstikvan Şivan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Ender Sagimê ku hem şivaniyê dike û hem jî bi futbolê dilîze li bendê ye ku bê keşfkirin.

Carinan li dibistanê, hinek caran li kolanê lê piraniya caran li ber pez di nav mihan de ye.

Bi ku ve biçe topa wî pê re ye û di her derfetê de bi futbolê dilîze.

Ender Sagim ji Gundê Hedrîşê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye.

Xeyala wî ew e di siberojê de bibe lîstikvanekî profesyonel û di tîmên mezin de bilîze.

Ender Sagim dixwaze bi rêya Rûdawê ev şiyana wî bê dîtin û ji bo gihiştina wê xewnê piştevaniya wî bê kirin.

“Ez dixwazim bibim lîstikvanekî profesyonel”

Lîstikvanê futbolê Ender Sagim got, “Navê min Ender e. Ez 16 salî me.

Ez ji zarokatiyê ve bi futbolê dilîzim. Ez hinek caran bi bavê xwe re têm ber pez.

Dema ez bi bavê xwe re têm ez topa xwe, cilên xwe û sola xwe bi xwe re tînim.

Ez her roj bi futbolê dilîzîm. Ez her roj rahênanên xwe dikim û dixwazim bibim lîstikvanekî profesyonel.

Ez dixwazim biçim tîmeke mezin.”

Ender xwendekarê pola duyem a dibistana amadehiyê ye.

Bavê wî ajeldar e û neçar e piştî dibistanê alîkariya wî bike û şivaniyê bike.

Ji bo ku ji futbolê dûr nekeve li ber pez jî rahênanê dike.

Merwan mamosteyê wî ye û di vê pêvajoyê de piştîvanê wî yê sereke ye.

Li gund derfet sînordar in û bang li aliyên pêwendîdar dike ku xwedî li xwendekarê wî derkevin.

“Ji futbolê re gelekî zîrek û jêhatî ye”

Mamoste Merwan Sak wiha anî ziman, “Ender xwendekarê min e.

Ji bo futbolê gelekî zîrek û jêhatî ye. Dixwaze bibe futbolîst û em ji bo vê yekê daxwaza piştgiriyê dikin.

Em dixwazin ew bibe lîstikvanekî profesyonel. Xeyala wî ew biçe tîmeke mezin. Tîmeke wekî Galatasaray an jî Beşîktaşê.”

Ender sala borî li Dibistana Werzişê ya navçeya Cizîrê bi cih bû lê ji ber sedemên aborî û dûriya zêdeyî 140 kîlometreyî ji malbata xwe, neçar ma wê dibistanê bihêle û li dibistaneke amadehiyê ya gundekî nêzîkî gundê xwe xwendina xwe berdewam bike

Niha dixwaze ji van çel û çiyayên asê yên gund derkeve û li stadyûman ji bo serkeftina tîmên mezin topê bibezîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst