DMME derbarê Denîz Nakî û Amedsporê de biryar da

18-05-2021
RÛDAW
Nîşan DMME Denîz Nakî Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê futbolîstê Kurd Denîz Nakî û Amedsporê de biryar da. Li gor wê biryarê Tirkiye dê Denîz Nakî û tîma Amedsporê qerebû bike bi sedema ku mafên wan binpê kirine.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) derbarê dosyeyên futbolîstê Kurd Denîz Nakî û Amedspor û herwiha ji rêveberên berê yê tîma Galatasarayê Sedat Dogan û dadwerê berê yê Super Lîga Tirkiyê Îbrahîm Tokmak ku li dijî Federasyona Futbolê ya Tirkiyê doz vekiribûn, biryar da.

DMMEê di biryara xwe de ragihand ku Tirkiyê mafê azadiya raderbirînê û dadgehîkirina dadperwerane ya futbolîstê Kurd Denîz Nakî, Sedat Dogan û Îbrahîm Tokmak binpê kirine.

Li gor wê biryarê Tirkiye dê 6 hezar û 58 Euro tezmînata maddî bide Denîz Nakî û Amedsporê û herwiha ji ber zirara manewî jî dê 2 hezar Euro bide Denîz Nakî û 6 hezar Euroyan jî bide Amedsporê.

Futbolîstê Kurd Denîz Nakî ku lîstikvanê Amedsporê bû, 31ê Çileya 2016an piştî pêşbirka li gel Bursasporê li hejmara xwe ya medya civakî amaje bi şerê li bajarên Kurdan kiribû û nivîsandibû, “Bila zarok nemirin û şekir jî bixwin.”

Lijneya Disiplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ji ber wê peyamê bi tometa “propogandaya îdeolojîk” Denîz Nakî ji 12 pêşbirkan dûr xistibû û 19.500 lîreyê Tirkî jî ceza dabû tîma Amedsporê.

Li ser vê yekê parêzerên Denîz Nakî û tîma Amedsporê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn.

Herwiha jibilî Denîz Nakî, yek ji rêveberên berê yê tîma Galatasarayê Sedat Dogan û dadwerê berê yê Super Lîga Tirkiyê Îbrahîm Tokmak, li dijî Federasyona Futbolê ya Tirkiyê serî li DMMEyê dabûn.

Mamosteyê Zanîngeha Stenbolê Hiqûqnas Prof Dr. H. Burak Gemalmaz têkildarî mijarê li hejmara xwe ya Twitterê ragihandibû ku ew pêşbînî dike DMME dê li dijî Tirkiyê biryarekê bide û tekez kiribû, ew biryar ne tenê bo spora Tirkiyê dê ji bo spora cîhanê jî girîng be.

Li aliyê din li Almanyayê doznameya li ser dosyeya ku bi tometa “avakirina rêxistina tawan” li dijî futbolîstê Kurd Denîz Nakî de hatibû vekirin, temam bû.

Berdevkê Dadgeha Eyaleta Aachen Dadger Thomas Birtel têkildarî mijarê ji malpera Deutsche Welle (DW) ji ragihand ku dozname 4 “gumanbar”an lix we digire û eger ev dozname bê qebûlkirin, dadgehîkirina Nakî dê meha Hezîranê destpê bike.

Futbolîstê Kurd Denîz Nakî par li Almanyayê bi tometa “avakirin û endamtiya rêxistina tawan” hatibû girtin.

Herwiha Denîz Nakî ku xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, dema di tîma Gençlerbîrlîgî ya Enqerê de dilîst ji ber ku nivîsa `Azadî` ya li ser destê wî , rastî êrişê hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst