Tîma Jinan a Amedsporê li hemberî Beşîktaşê bi ser ket

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tîma Jinan a Amedsporê Beşîktaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li hemberî Tîma Futbolê ya Jinan a Beşiktaşê 1-0 bi ser ket.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di hefteya heftemîn a Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Tirkiyeyê de li Amedê bi Tîma Futbolê ya Jinan a Beşiktaşê re lîst.

45 xulekên destpêkê her du tîman jî gol neavêtin û nîveka yekem a lîstikê 0-0 bi dawî bû.

Piştî destpêkirina nîveka duyem di xuleka 47an de futbolîsta Amedsporê Juliate Nana golek avêt û Amedspor 1-0 pêş ket.

Di xulekên dawî de her du tîman jî gol neavêtin û lîstik 1-0 bi serketina Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst