Galatasarayê Amedspor avêt nav agir

18-02-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amedspor di mala xwe de li hemberî Galatasarayê 2-1 têk çû
Amedspor di mala xwe de li hemberî Galatasarayê 2-1 têk çû
Nîşan Tîma Jinan a Amedsporê Galatasaray
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Tîma Futbola Jinan a Amedsporê li mala xwe bi pêşenga Sûper Lîgê ya Tirkiyeyê Galatasarayê re hat hemberî hev.

Amedspor di mala xwe de li hemberî Galatasarayê 2-1 têk çû û bi vê encamê mayîna wê ya di vê lîgê de zehmettir bû.

Bi vê encamê re Amedspor bi 18 pûanan di rêza 12emîn de û Galatasaray jî 52 pûanan di rêza yekemîn de cihê xwe girt.

Di pêşbirkê de biryarên ku hekemê maçê dan hêrsa alîgirên Amedsporê zêde kir.

Amedsporê gelekî hewl da ku ji Galatasarayê bibe lê li mala xwe 3 pûan ji dest dan.

Bi qasî tîma mêran nebe jî piştgiriya alîgirên Amedsporê ya ji bo tîma jinan a futbolê zêde bû.

Wan tîma xwe bi tenê nehişt.

“Amedspor li kolanê jî bilîze em dê piştgiriyê bidin wê”

Alîgirê Amedsporê Agît Sarikaya got, “Em dê her tin piştgiriya Amedsporê bikin. Ew baş bilîze yan xirab em dê dîsa piştgiriyê bidinê.

Ger li kolanê bilîze, em dê li wê derê jî piştgiriyê bidinê.”

Alîgirê bi navl Şaban Ertugrul jî got, “Em dixwazin Amedspor bibe şampiyon.”

Biryarên hekem tansiyon bilind kir

Di pêşbirka Amedspor-Galatasarayê de biryarên ku hekem dan tansiyon bilind kir.

Hekem di xuleka 90î de karta sor da lîstikvanên Amedsporê Cemîla û Petersonê.

Vê yekê hêrsa alîgiran zêde kir.

Alîgirê Amedsporê Alî Ekîncî got, “Divê ev hakem careke din nekeve maçê.”

Alîgira Amedsporê ya bi navê Sultan Îpek jî got, “Maç baş bû lê hakeman dîsa jî maç xira kirin.”

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hewl dide ku di Lîga Sûperê ya Tirkiyeyê de danekeve binê rêza 12an.

Ji ber vê yekê jî Amedspor çi dike bila bike dê hewl bide di 8 pêşbirkên mayî de ger bi ser nekeve jî têk jî neçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst