Amedsporê bi 3-0 ji Sivas Belediyesporê bir

16-10-2022
RÛDAW
Nîşan Amedspor Sivas Belediyespor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Amedsporê îro mêvandariya tîma Sivas Belediyesporê kir û bi encama 3-0 ji wê tîmê bir û bi bidesxistina 3 puanên wê lîstikê û bi 19 puanan di rêza duyem a lîga duyem a Tirkiyê de cih girt.

Di çarçoveya lîstikên Lîga Duyem a Futbolê ya Tirkiyê de, îro her du tîmên Amedspor û Sivas Belediyespor li Stadyuma Amedê hatin hemberî hev.

Di lîstikê de tîma Amedsporê serdestiya xwe nîşan da û di xûleka 19an de bi gola Okan Deniz li pêş tîma Sivas Belediyesporê ket.

Di xûleka 27an a lîstikê de yarîzanê tîma Amedsporê Mehmet Alaeddinoglu gola yekem a xwe û gola duyem a tîma xwe tomar kir û encama lîstikê bû 2-0 di berjewendiya Amedsporê de.

Lîstik di nîveya yekem de bi encama 2-0 bi dawî hat.

Di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Amedsporê sûd ji êrîşên xwe wergirt û goleke din tomar kir.

Di xûleka 65an de yarîzan Hemhet Alaeddinoglu gola xwe ya duyem di vê lîstikê de û gola sêyem a tîma xwe tomar kir û encam bi 3-0 guherand.

Lîstik bi heman encama 3-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat û tîma Amedsporê 3 puanên din bidestxistin.

Bi bidestxistina wan 3 puanan, Amedspor bû xwediyê 19 puanan û di rêza duyem a lîga duyem a TFFê de cih girt.

Tîma Şanliurfaspor a ji Riha ya Bakurê Kurdistanê jî tenê bi 1 puanê zêde di rêza yekem a heman lîgê de cih girtiye.

Amedsporê ji ber cezaya TFFê ya ku ji ber lîstika ligel Çorumsporê li ser hatibû sepandin, ew du lîstik bûn ku bê amadebûna temaşevan û alîgirên xwe di stadyumê de dilîst.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst