Lîstikvanên Amedsporê bi jehrê ketin, maç hat betalkirin

13-08-2023
Nîşan Amedspor Kirşehîrspor Jerhîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Maça amadekariyê ya Amedspor û Kirşehîrsporê, ji ber ku lîstikvanên Amedsporê bi jehrê ketin, hat betalkirin.

Kampa Amedspora ku di grûpa Sor a 2. Lîga TFFyê de dilîze, li navçeya Kizilcahamê ya li Enqereyê berdewam dike.

Li otêla ku lê diman bi jehrê ketin

Li gorî agahiyan, lîstikvanên Amedsporê berî maça amadekariyê ya bi Kirşehîrsporê re li otêla ku lê diman bi jehrê ketin.

Çar lîstikvan ji ber zikçûn, vereşîn û jana hinavê birin nexweşxaneyê û dermankirina wan didome.

Ji ber rewşa tendirûstiyê ya lîstikvanan, tenê 8 lîstikvan beşdarî antremanên şeva borî bûn.

Maça amadekariyê ya Amedspor û Kirşehîrsporê ya ku îro bû, ji ber lîstikvanên Amedsporê bi jehrê ketin hat betalkirin.

Rewşa lîstikvanan a tenduristiyê baş e

Li aliyê din, Serokê Amedsporê Aziz Elaldi, ji Rûdawê re ragihand ku reşwa lîstikvanan a tenduristiyê baş e.

Dihate angaştkirin ku lîstikvanan li otelê ava çalê vexwariye û ji ber vê avê bi jehrê ketine.

Aziz Elaldi diyar ku lîstikvan ji ber xwarina ku wan li otelê xwariye bi jehrê ketine, ne ji ber ava çalê ye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst