Amedsporê ji bo sezona nû 21 lîstikvan transfer kirine

24-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Azîz Elaldî Transfer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Azîz Elaldî ragihand ku amadekariyên sala nû temam kirine û 21 futbolîst transfer kirine.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldî û rêveberên klûbê derbarê amadekariyên dema nû de zanyarî dan medyayê.

Azîz Elaldî diyar kir ku ji bo sala nû tîmeke serkeftî ava kiriye û amadekariyên xwe temam kirine.

"Me 21 futbolîst transfer kirin"

Elaldî got: “Me ji bo sala nû 21 futbolîst transfer kirin. Futbolîstên ku me transfer kirine kesên serkeftî ne. Em ji bo sala nû amade ne.”

Serokê Amedsporê ji kedkarên medyayê xwest ku bibin dengê Amedsporê û piştgiriyê bidin wan û got:

“Di vê pêvajoyê de ji bo em rê li ber spekulasyon û berovajîkirina bigirin, me komîsyona transferan ava kir û em mehekê bi awayekî nihênî û rêkûpêk xebitîn.

Me dest ji hemû karên xwe berdaye, ji ber ku pêwîst bû em baldar bin û biryarên girîng bidin.”

"Me tîmeke baş ava kir"

Elaldî da zanîn ku kesên ku dixwest tevlî Amedsporê bibin hebûn û yên nedixwestin jî hebûn û wiha pê de çû:

“Divê em rêzê li bijardeya wan bigirin. Me ew kes hilbijartin ku dikarin li vê derê bilîzin û sûdê bigihînin vê tîmê.

Futbolîstên ku hatin bi armanca şampiyoniyê hatin. Me ciwan transfer kirin û tîmeke baş ava kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst