Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê Kupaya Cîhanî ya Karate birêve diçe. Di wê şampiyonayê de zarokekî Kurd jî beşdar e ku ew berî niha bûye Şampiyonê Cîhanê.
Tîmên ji heşt dewletan di Kupaya Cîhanî ya Karate ya Zarok û Ciwanan de beşdar in. Kupa ji aliya Akademiya Şotokan Karate-do ya Cîhanê WASK ve hatiye rêkxistin. Îsal Federasyona Karate ya Rûsyayê mazûvaniya vê Kupayê dike û pêşbazî du rojan berdewam dikin.
Armên Kotolkyan, Serokê Federasyona Karate ya Rûsyayê û nûnerê fermî yê WASK, dibêje, “15 dewletan xwe ji bo beşdarîkirinê tomar kiribûn. Lê ji ber pandemiyê hemû ne hatin. Niha tenê tîmên 8 dewlet pêşbaziyê dikin. Ev kupa ji aliya Akademiya Şotokan Karate-do ya Cîhanê hatiye organîzekirin. Me jî, weke mazûvan, hemû amadekarî kirine ku pêşbazî di asta heî berz de bin. Werzişvan hemû bi moraleke baş pêşbaziyê dikin. ”
Rodîyê Barî 12 salî ye û ji paytexta Kazaxistanê Astanayê hatiye. Îsal ji Kazaxistanê nêzî 20 zarok beşdariya Kupa Cîhanê dikin. Û wan, di roja pêşîn de êdî 9 medayayên zêr û zîv bidest ve anîne.
Sergey Volçenko, Rahênerê Sereke yê Tîma Kazaxistanê, dibêje, “Tîma me pir xurt e. Ta niha me 15 medalya wergirtine. Hêvî dikim hemû zarok dê bi medalya vegerin malên xwe. Rodî, ta niha encamên gelek baş nîşan dane. Ji xwe ew Şampiyonê Cîhanê ye. Çavê endamên tîmê, tev li ser wî ye.”
Di nava tîma Kazaxistanê de Rodî yekane Kurd e û Şampiyonê Cîhanê ye. Wî sala 2018an di temenê xwe yê 9 salî de ew nasnav wergirtiye.
Hevrikê Rodî jî, ji Kazaxistanê ye. Rodî bi du zerbeyên xurt, hevrikê xwe dixe erdê. Lê diyar e hakem li gorî xwe puanan dide. Bi ferqa puanekî, hevrikê Rodî bi ser dikeve.
Baxitcan, rahênerê Rodî, dibêje, “Puanên ku pêwîstbû bigihêjin Rodî, nehatin hejmartin. Bi wan pûnan, bê guman Rodî ser diket. Diyare kêmasî heye. Lê em çi bikin, hakem nayên darizandin. ”
Rodî Barî ku Şampiyonê Cîhanê ye gelek li ber xwe ket, ew ji ber bêdadiyê aciz bûye û tekez dike ku hakem herî kêm du puanên wî nehejmartin, lê ew bibîr dixe ku Şampiyonê Cîhanê ye.
Kupaya Cîhanî ya Karate di nav zarok û ciwanan de her sal bi boneya Noelê tê lidarxistin. Armanc, xurtkirina peywendiyên werzişî û populerkirina karate ye di asta navneteweyî de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse