Amedsporê bersiv da heqaretên Umît Ozdag

13-01-2025
Nîşan Amedspor Umît Ozdag Heqaret Bersiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê bersiv da heqaretên Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag û got, “Em qebûl nakin ku hinek siyasetmedar Amedsporê bikin hedef, em dê giliyê wan bikin.”

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor û Ankaragucu di çarçoveya maça Lîga Yekemîn a Trendyolê de şeva borî li Amedê hatin pêşberî hev.

Amedspor li pêşberî 19 hezar alîgirên xwe lîst û bi gola di xuleka 90+6an de 3 puan standin.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag piştî maçê bi rêya hesabê xwe yê Xê heqaretên giran ên wekî “xayîn, terorîst” li alîgirên Amedsporê kirin.

Umît Ozdag paşê jî got, “Divê qada vê tîmê qere girtin û nehêlin ku terorîstên trîbunan herin maçan.”

Amedsporê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê bersiv da Ozdag.

“Dixwazin li ser dijberiya Amedsporê hebûna xwe nîşan bidin”

Tîma Bakurê Kurdistanê got, “Em qebûl nakin ku hinek siyasetmedar Amedsporê bikin hedef” û pê de çû:

“Piştî ku em li hemberî Ankaragucuyê 1-0 bi ser ketin, hinek siyasetmedarên ku berê jî Amedspor kiribû hedef, careke din derketin holê û wan Amedspor ducare kir armanc.

Ji serok û birêveberiya Ankaragucuyê ti daxuyanî tune ku rastî tevgerên xerab hatibin.

Di hesabên fermî yên Ankaragucuyê û rûpelên fermî yên alîgirên wan de ti daxuyanî tune ku rastî neheqiyê hatibin.

Ji 10 rojnamegerên ku ji Enqereyê ji bo şopandina maçê hatibûn ti daxuyanî tune ku neheqî û tundî dîtibin.

Lê mixabin hinek siyasetmedarên ku ti têkiliya wan bi maçê re tune û bi salan e dixwazin li ser dijberiya Amedsporê hebûna xwe nîşan bidin dibêjin bila qada Amedsporê bê girtin û têgihan û manîpulasyonê dikin.

Bi vîdeo û wêneyên montajkirî Amedsporê dikin armanc.

Em dê ji ber ku civaka Amedsporê û alîgirên wê kirine armanc û gel ber bi kîn û nefretê ve diajon giliyê wan kesan bikin.

Em wekî Amedsporê her tim baldar bûn ku di nav sînorê qadê de bimînin û em dê wiha berdewam bikin.

Eger ji ber avêtina avê qad were girtin, divê her hefte qada bi dehan tîmên lîgên Tirkiyeyê were girtin.

Em hêvî dikin yên ku dê li ser maçê biryarê bidin dûrî berhêlîkirinên siyasî bin û bi dadmendî biryarê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst