Li Konyayê olîmpiyata welatên Îslamî birêve diçe

10-08-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Konyayê olîmpiyata welatên Îslamî birêve diçe
Li Konyayê olîmpiyata welatên Îslamî birêve diçe
Nîşan Konya Olîmpiyat Welatên Îslamî
A+ A-

Konya (Rûdaw) - Pêncemin Qaremeniya Yariyên Werzişê yên Welatên Îslamî bi beşdariya 56 welat û 4200 werzişvanan li bajarê Konyayê ya Tirkiyê birêve diçin. Serokomarê Tirkiyê tevî beşek serokên welatên beşdar di merasima vekirina qaremeniyê de amade bûn.

Pêncemin Qaremeniya Yariyên Werzişê yên Welatên Îslamî ku heta 18 mehê dê berdewam be, Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê ya li Zaxo beşdarî qaremeniya yariyên werzişe nebûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Bi navê Xwedêyê dilovan merasima yariyên werzişe vedikim. li ser navê xwe û gelê xwe kesên ku ked dane pîroz dikim. Li ser xêrê be.”

Qaremeniya Yariyên Werzişê yên Welatên Îslamî 4 salan careke têne lidarxistin. Yariyên Werzişe yên Welatên Îslamî yekem car di sala 2005an de li Erebistana Siûdî, sala 2009an de li Tehrana payetexte Îranê, sala 2013an de li Endonezyayê û di sala 2017an de jî li Baku ya Azerbaycanê hatibûn kirin.

Aligirê Senegalî Nadiaye Momar dibêje “Li vir alên welatên beşdar tên bilindkirin. Ez hilkirê ala Niştimanî ya Komara Senêgalê me. Ez hêviya serkeftinê ji tîmên Senêgalê re dikim.”

Rahênerê Bangladeşê Hossain Amzad got “Olîmpiyata lîstika welatên Îslamî gelek bi başî birêve diçe û her tiştek li cihê xwe ye, em bi wê gelek kêfxweş in, peyama min jî wek kesekî Bangladeşî ew e; Spas Tirkiye.”

Aligir Nebahat Çelik anî ziman “Em gellek bi şanazî peşwaziya vê olimpiyatê dikin. Em kêfxweş in ku li Konyayê ev olimpiyat têne kirin, eger li cihekî din buya me nedikirî em biçin tîmên me yên netewi amade ne.”

Di qahremaniya vê carê de ji 24 branşan 53 madalyonên zêr dê werin belav kirin û welatên weke Îran, Azerbaycan, Ozbekistan, Bangladeş welatên rojhilata navin û Kendave û welatên Efriqî beşdar bûne.

Wezirê Werzişê yê Senegalê Leopold Germain Senghor diyar kir Em gelek kêfxweş in ku hatine vê derê, ji ber ku Senegal jî beşdar e di ummeta Îslamî de, lewma her ji ber wê sedemê em bi şandeke mezin hatine, em 167 kes in. 15 kes ji me yên werzişê ne, em li vir in ji ber ku Senegal dostê Senegelê ye.”

Lijneya olimpiyatan ya Îraqê pêştir ragehandi bû ku ji ber bomberana artêşa Tirkiyê ya li Zaxoyê îsal Iraq yariyên werzişe yên welatên Îslamî baykot dike. Gera Şeşem ya yariyên werzişe dê sala 2025 li Ozbekistanê werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst