Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karatayê ya parêzgeha Konyayê yê Tirkiyeyê kesekî piştî ku hevjîna xwe ya berê bi kêrê kuşt bi heman kêrê xwe jî bi giranî birîndar kir.
Bûyer li taxa Îsmaîlê ya navçeya Karataya Konyayê çêbû.
Li gorî zanyariyan Murat U. ji bo ku bi hevjîna xwe ya berê Bahriye Kalayciyê re biaxive jê xwest ku were nav zeviyekî nêzîkî taxê.
Li wê derê di navbera her duyan de nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê Murat U. Bahriye Kalayciyê ku dayika 2 zarokan bû da ber kêrê û kuşt.
Piştre xwe jî da ber kêrê û bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Murat U. bir Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.
Li gorî amarên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin Îlona îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 34 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 20 jinan jî bi guman bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse