Mînîbus li darê qelibî: 3 zarokan canê xwe ji dest da

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Konya Qeza Mûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karatayê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê, mînîbuseke Mûşê li dara kêleka rê qelibî.

Di encama qezayê de 3 zarokan canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

Li Taxa Fevzi Çakmakê ya navçeya Karatayê li ser rêya Edenê, mînîbuseke Mûşa Bakurê Kurdistanê ji ber ser sedemeke nehat zanîn ji rê derket û li dara kêleka rê qelibî.

Di encama bûyerê de M.A. yê 16 salî, Y.A. yê 12 salî û Y.U.A. yê 6 salî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Konyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst