Ronaldo dê formayê xwe yê îmzekirî ji bo mexdûrên erdhejê bifroşe

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Cristiano Ronaldo Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cristiano Ronaldo dê formayê xwe yê îmzekirî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bifroşe.

Lîstikvanê futbolê yê neteweyî ya Tirkiyeyê Merîh Demîral ku di tîma Atalantaya Serie A ya Îtalyayê de dilîze, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Ez bistek berê bi Cristiano Ronaldo re axivîm. Wî got ku ew ji ber bûyerên li Tirkiyê qewimîn pir xemgîn e. Em formayî îmzekirî yê Ronaldo yên di koleksiyona min de di muzayedeyê derxin ber firotinê. Hemû dahata ku ji muzayedeyê hat dê ji Komeleya Ahbap re were dayîn da ku li herêma erdhejê were bikar anîn.

Merih Demiral di parvekirineke xwe ya din de jî dibêje “Ez nihe bi lîstikvanê futbolê yê Juventus Leonardo Bonucci re axivîm. Xemgîniya xwe anî ziman û got ku ew li bi gelê Tirkiye, mirovên me re ye. Wî her weha got ku wî formayekî xwe yê Juventusê ya îmzekirî bexş kiriye.”

Merîh Demîral bixwe bi rêya Platforma Gel û Aştiyê ya Anadoluyê (AHBAP) 1 milyon lîreji bo zirarmendên erdhejê bexşandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst