Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor li hemberî Pendîksporê bi encama 1-0 têk çû.
Amedspor û Pendîkspor îro li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di maça Hefteya 10emîn a Lîga Yekemîn de hatin pêşberî hev.
Ji ber ku Stadyûma Amedsporê ne amade ye lîstika Amedspor û Pendîksporê îro saet 16:00an li Stadyûma Bajêr a Îdirê hat lîstin.
Lîstikvanê Pendîksporê Leandro Kappel xuleka 15an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Piştî vê ti gol nehat avêtin û lîstik bi encama 1-0 bi dawî bû.
Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 13 pûanan di rêza 15an de ye.
Pendîksporê jî pûanê xwe kir 14 û derket rêza 12an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse