Alîgirên Amedsporê dîsa nikarin herin maçê

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Duzcespor Alîgirên Amedsporê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça Duzcespor û Amedsporê de, alîgirên Amedsporê dê nekarin bikevin stadyûmê û maçê temaşe bikin.

Amedspor di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire û dê 27ê Kanûna Paşîna 2024an Duzcespor û Amedspor li parêzgeha Duzceyê bên pêşberî hev.

Lê Desteya Ewlehiya Sporê ya Duzceyê berî lîstikê biryar da ku alîgirên tîma Amedsporê nekevin stadyumê û çûna alîgirên Amedsporê qedexe kir.

Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.

Herî dawî 14ê vê mehê li bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê alîgirên Denizlisporê di lîstika li gel Amedsporê de madeyên biyanî avêtibûn nav lîstikgehê û wan bi gotin û sloganên nijadperestî êrişî lîstikvanên Amedaporê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst