Doktor çima li Tirkiyê ne bextewar in û dixwazin biçin Ewropayê?

19-11-2022
Omer Sonmez
Di nava 10 salan  de hejmara doktorên dixwazin ji Tirkiyê biçin 36 qat zêde bûye
Di nava 10 salan de hejmara doktorên dixwazin ji Tirkiyê biçin 36 qat zêde bûye
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Koça Pizîşkan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Koça doktoran ji Tirkiyê ber bi welatên Ewropa û cîhanê her diçe zêdetir tê rojevê. Li gorî Yektiya Pizîşkên Tirk (TTB) di sala 2022ê de, 2 hezar û 135 pizîşk ji bo çûna derveyî welat daxwaza Belgeya Rewşa Baş kirine. Bes di meha Cotmeha 2022ê de 215 pizîşkan ji bo Belgeya Rewşa Baş serî li TTBê dane.

Li gorî amaran, di nava 10 salan de hejmara doktorên ku dixwazin ji Tirkiyê biçin 36 qat zêde bûye. Pizîşkên Tirkiyê heta niha gelek caran ji bo başkirina mûçeyê xwe û şert û mercên kar çalakî pêk anîne û bo çend rojan dest ji kar berdane.

Doktorê Kurd Tewfîq Bayram ê ku ji Bakurê Kurdistanê ye, yek ji wan doktoran e ku ji Tirkiyê berê xwe daye welatekî din. Ew dibêje ji bo kariyer û derfetên baştir ji Tirkiyê çûye Kanadayê.

Kurd Dr. Tewfîq Bayram ku xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, we piştî ku 5 salan li Şirnex û deverên din doktoriya tibî û rêveberiya tendurustiyê dike, beriya sal û nîvekê li gel hevjîn û zarokê xwe ji Tirkiyê berê xwe dide Kanadayê. Dr. Tewfîq Bayramê 34 salî, niha li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê, di beşa tendurustiya gel de doktorayê dike. Doktorê ciwan dide zanîn ku ew ji bo kariyer û derfetên baştir xwestiye ji Tirkiyê biçe.

Pisporê Tendurustiya Gel Dr. Tewfîq Bayram got: “Li gorî min doktor ji ber du sedeman koç dikin. Yek ji ber şertên mirov tê de, yanê hin şert mirov dehf dide, hin şert jî mirov dikşîne ber bi xwe ve. Ez dikarim bêjim ku çîroka min zêdetir ji ber derfetên nû û şertên Kanadayê bûn. Helbet di gel bextewariyê hin zehmetên koçberiyê jî hene. Lewra mirov welatek biyanî û jiyanek nû dide destpêkirin.”

Koça doktoran ji Tirkiyê ber bi welatên Ewropa û cîhanê her diçe zêdetir tê rojevê. Yektiya Tebîbên Tirk TTBê ragihand ku meha Cotmeha 2022ê 215 doktor ji bo Belgeya Rewşa Baş bigrin serî li TTBê dane. Li gorî Seroka Odeya Tebîban a Stenbolê Nergis Erdogan, doktor ji ber sedemên debar, tundûtûjî û barê giran ê kar dixwazin biçin derveyî Tirkiyê.

Seroka Odeya Tebîban a Stenbolê Nergis Erdogan jî got: “Dema em li koça doktoran dinêrin em dibinin ku; ew nifşeke ciwan in ku baş hatine perwerdekirin. Lê ji ber şertên kar û pîşeyî, her wiha ji ber şertên aborî û civakî ew bextewar nîn in.Li aliyê din, li Tirkiyê sektora tendurustiyê bes bûye bazirganî û ji ber performansê barê doktoran giran dibe. Nexwe tendurustî mijareke civakî û sosyal e.”

Ji bo doktor bikaribin li derveyî Tirkiyê bixebitin, pêwîst e ji Yektiya Tebîbên Tirk TTBê Belgeya Rewşa Baş werbigrin. Di sala sala 2021ê de bi giştî hezar û 405 doktor  Belgeya Rewşa Baş wergirtine.

Sala 2012an jî hejmara pizîşkên ku dixwestin biçin derveyî welat tenê 59 bû. Yektiya Tebîbên Tirk (TTB) ragihand ku sala 2022ê 2 hezar û 135 doktor ji bo çûna derveyî Tirkiyê daxwaza Belgeya Rewşa Baş kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst